Saroxan: "Em dê beşdarvanên di gireva Qamşloyê de bigrin"

Berpirsê "Saziya Bervaniyê" di rêvebiriya PYD de Abdulkerîm Saroxan got ku beşdervanên di gireva birçîbûnê de, ku şaxê Rojhilatê Qamşlo yê ENKS jibo xwe kirine cihê vê çalakiyê, dê bêne binçavkirin.

Berpirsê "Saziya Bervaniyê" di rêvebiriya PYD de Abdulkerîm Saroxan got ku beşdervanên di gireva birçîbûnê de, ku şaxê Rojhilatê Qamşlo yê ENKS jibo xwe kirine cihê vê çalakiyê, dê bêne binçavkirin.

Li gor Saroxan, çalakvanên girêvê dê bi tawana endambûnê di Hevpeymaniya Niştimaniya Sûrî de, ku bi gotina wî, bûye alîkar jibo dagîrkirina Turkiyê ji xaka Sûriyê re, û jibo ku pabendiyê bi "qanûnên" rêveberiya wan a "xweser" nakin, dê bêne gunehbarkirin û girtin.

ENKS endamê Hevpeymaniya Niştimaniya Sûrîyê ye ku, mezintirîn hêza ku dijî rejîma Esed têdikoşe, û ji alî 114 welatên dinyayê bi fermî tê naskirin.

Reveberiya bi ser PYD ve, di destpêka sala 2014 an de, bi destûra rejîma Esed, hate damezrandin. Heta niha tu hêzek herêmî yan navnetweyî ev rêveberiya –de facto- nasnekiriye.

(E.B)

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'