Şaredariya Amedê ajalên ku hewcedarê xwedîkirinêne berdaye kolanan

.

Navenda Rehabilîtasyon û Xwedîkirina Ajalan a Şaredariya Amedê gelek ajalên ku hewcedarê xwedîkirinê ne û di bin parastina wan de ne bi awayekî bêkontrol berdaye kolanan.

 Navenda Şopandina Mafên Ajalan a Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku Navenda Rehabilîtasyon û Xwedîkirina Ajalan a Şaredariya Amedê gelek ajalên ku hewcedarê xwedîkirinê ne û di bin parastina wan de ne bi awayekî bêkontrol berdaye kolanan û ji mirinê re hîştiye.

Navenda Şopandina Mafên Ajalan wêne û dîmenên ajalan yên ku avêtine kolanan li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiriye û gotiye, gelek ajalan can dane û rewşa gelekan jî baş nîne.

Derbarê berpirsan de kirariya hiqûqî hatiye destpêkirin

Navenda Şopandina Mafên Ajalan diyar kiriye û gotiye, “Ev bûyer girantirîn binpêkirina mafên ajalane. Ji ber vê yekê daxwaza me ya ji bo derbarê berpirsan de kirariyên hiqûqî were destpêkirin zelal e.

Her weha navendê gotiye, me ji bo vê bûyerê ya ku ji aliyê wezîfedarên dewletê ve pêkhatiye dest bi hemû kirariyên yasayî kiriye.(TP/AY)

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin