Şanoya li ser jiyana Eyşe Şanê li Stenbolê tê nîşandan

.

Sehneya Boa Kadikoyê dê şanoya xwe ya li ser jiyana hunermenda Kurd Eyşe Şanê li Stenbolê nîşan bide.

Lîstik dê 12ê Adarê (çarşem) saet 20:30î bi navê "Ez Eyşe Şan" derkeve pêşberî şanohezan.

Senaryoya lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsandin û rola Eyşe Şan ji aliyê hunermend Berfîn Zenderlîogluyê ve tê lîstin.

Bi rêya vê dê çîroka mîraseke muzîkî û berxwedanê pêşkêşî temaşevanan were kirin.

Kurteya şanoyê

"Ez Eyşe Şan" çîroka jiyana hunermenda navdar a Kurd Eyşe Şanê tîne zimên ku li dûv reng û şopa deng û muzîkê çûye.

Ev çîrok bi rêya performansê tê ser dika şanoyê û mîrasa muzîkî ya ku Eyşe Şanê ji bo nifşên piştî xwe hiştiye û rêwîtiya jiyana wê bi rêya vehûnaneke dramatîk nîşanî hunerdostan dide.

Şano, çîrokeke bibîranîn û berxwedanê pêşkêşî hemû jinan dike ku hewl didin dengê xwe di valahiya straneke winda de bibihîzin.

Agahiyên din ên li ser şanoyê ev in:

Dîzayna ronahiyê: Erhan Mîr

Kostum: Hîlal Polat

Asîstan: Evîn Acar

Wergera jornivîsan: Silêman Akkuş

Efekt: Utku Guçoglu

Divê were gotin ku şano dê 8ê Nîsanê (sêşem) dîsa li heman şanoyê ji nû ve were nîşandan.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc