Şanoya “Daweta Xwînî” li ser Youtube-ê hatîye weşandin

Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe ya bi navê “Daweta Xwînî” li ser hesabê xwe yê Youtube-ê weşandîye.

Navenda Nûçeyan - Şanoya Bajêr a Amedê di van rojên ku nexweşîya koronavirusê ango Covid-19ê belav bûye de, lîstika xwe ya bi navê Daweta Xwînî li ser hesabê xwe yê Youtube-ê weşandîye.

Lîstika ku Federica Garci Lorca, helbestvan û şanonûsê spanyolî nivîsandîye, Şanoya Bajêr a Amedê di sala 2012an de hatibû amadekirin.

Ferhat Feqî derhênerê lîstikê ye, Serhat Kûral jî koraegrafîyên wê amade kirîye.

Mijara lîstîkê doza xwînê ya ku di nav du malbatan de ye. Bûk şeva dawetê tê revandin û ev bûyer dibe sedem ku doza xwînî car din xurt bibe. Derhêner Ferhat Keskîn di lîstikê de motîfên kurdan yên wek dengbêj, govend û cil û bergên kurdan ên kevneşop di lîstikê de bi kar anîye.

Berfîn Emekter yek ji şanogera Şanoya Bajêr a Amedê ji bianetê re got ku ew ê di rojên pêş de şanoyên xwe yên din jî li ser hesabê xwe yê Youtube-ê bi weşînin.

Ji bo temaşekirina şanoyê bitikînin

Bîanet

Siyaset Haberleri

CENTCOMê encamên dorpêça deryayî ya ser Îranê ragihand: Hurmiz vekiriye, rêya 55 keştiyan hat guherandin
Li Îranê 6 fermandarên nû yên payebilind hatin tayîn kirin
Êrîşa ser koçberên Serê Kaniyê li Qamişlo û Hesekê hat protestokirin
Weşana Îranê gef li welatên Hevpeymaniya Mekeyê xwar
Li Kobaniyê qedexeya derketina derve ya demkî hat ragihandin