Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê serdana Şamê dike

.

Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen Şemiya bê serdana Şamê dike û di wê serdanê de, bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re mijara nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û gera 8an a civînên taybet bi Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj dike.

Li gor hat ragihandin, Geir Pedersen wê li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê û şanda hikûmeta Sûriyê ya ji bo nivîsandina destûra nû ya wî welatî re bicive.

Herwiha Pederson wê bi Balyozê Rûsyayê yê li Sûriyê re jî bicive û pirsa lidarxistina gera 8an a civînên Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj bike. 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin