Şandeyekî Amerîkayê serdana Şamê kir  

Şandeyekî Amerîkayê serdana Şamê kir 

Serdana şandeyekî Amerîkayê bo Şam a paytexta Sûriyê û rêkeftinek li gel serokê rejîma Sûriyê aşkera bû.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê aşkera kir, şandeya Amerîkî bi serokatiya şewirmendê serokê Amerîkayê û berpirsê tekoşîna hember terorê li encûmena asayîşa netewî li Qesra Spî Kash Patel serokatiya şandeyê kiriye.

Li gor heman rojnameyê aşkera kiriye, ew berpirsê payebilindê Amerîkî hewl daye rêkeftinek veşartî li gel serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad îmza bike, ku du rehîneyên Amerîkî ango du kesên wek bertîl hatine girtin bên azad kirin, ku ji aliyê çekdarên ser bi rejîmê ve hatibûn revandin.

Ew du kesên Amerîkî yek ji wan rojnamevan Austin Tice ku sala 2012ê ve li navçeyên bin desthilata rejîma Sûriyê de winda bûye û yê din jî bijîşkî eslê xwe Sûrî yê hemwelatiyê Amerîkayê bijîşk Macid Kamalmaz e û ew jî ji sala 2017ê ve li navçeyên bin desthilata rejîma Sûriyê de winda bûye.  

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin