Şandeya Rojavayê Kurdistanê û Şamê li ser çi li hev kir?

.

 Li Qamişloyê ji ber nebûna Newrozê ya di lîsteya betlaneyên fermî ya Sûriyeyê de xwenîşandanek hat kirin.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, li ser banga komeke çalakvanan xelk kom bû û biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a ku Newroz wekî betlaneya fermî nas nake, protesto kir.

Ehmed Şer lîsteya nû ya betlaneyên fermî yên ku dê bên bicihanîn qebûl kir.

Li gorî biryara nû, hinek rojên taybet ên desthilata Beşar Esed hatin rakirin û roja serhildana li dijî Beşar Esed û roja rûxîna desthilata wî wekî betlane hatin ragihandin.

Lê belê, cejna neteweyî ya Kurdan, Newrozê (21ê Adarê) di lîsteya nû ya betlaneyan de cih negirt.

Ev roj, wekî di serdemên hikûmetên berê de, dîsa wekî “Roja Dayîkan” hat qebûlkirin.

Li Qamişloyê li ser banga çalakvanan, li Çerxerêya Zûriyê ya li ber deriyê bakurê bajêr xwenîşandanek hat lidarxistin.

Di xwenîşandanê de biryarnameya hejmar 188 a ku ji aliyê Şer ve hatiye derxistin û betlaneyên fermî yên li Sûriyeyê diyar dike, hat protestokirin.

Xwenîşanderan bertek nîşanî wê yekê da ku di biryarê de cejna neteweyî ya Kurdan, Newroz, Cejna Akîtoyê ya Siryan-Asûriyan û Cejna Sersalê ya Êzidiyan hatine piştguhxistin.

Di xwenîşandanê de pankartên ku biryarê red dikin û hemû biryarên ku ti pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jî gelê Kurd, li derve dihêlin şermezar dikin, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de her wiha agirê Newrozê hat pêxistin û stran û marşên Newrozê hatin gotin.

Kurdistan Haberleri

Li Kopenhagin Panela Hilbijartinê
Şandeya Rojavayê Kurdistanê û Şamê li ser çi li hev kir?
Ebdulwehab Xelîl: HSD ji Dêrezorê venakişe
Ebûbekir Karwanî: Iraq wek niha namîne û dê felc bibe
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm çareserkirina pirsgirêkên Hewler û Bexdayê tekez kir