Şandeya ENKS serdana gorna Dr. Nûreddîn Zaza kir

Şandeya ENKS serdana gorna Dr. Nûreddîn Zaza kir

 

Şandeya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), li bajarê Lozanê yê swêsrî serdan gorna roşenbîr, siyasetmedar û yekemîn serokê Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriyê Dr. Nûreddîn Zaza kir.

Şandeya ENKS ku endamên komîteya peywendiyên derve bi xwe ve digire, "Fatîhe" li ser giyanê pak ê tekoşerê kurd ê navdar xwend û xebat û tekoşîna wî bi bîr anî.

Yusuf Ziya ku bêhtir mîna Dr. Nûreddîn Zaza tê naskirin li Maden a girêdayî Xerpûta Kurdistana Bakur sala 1919 jidayik bûye û di havîna 1988-an de, li Lozanê wefat kiriye.
Piştî şoreşa şêx Seid, ku hîna 7 salî bû, li gel birayê xwe yê mezin Dr. Nafiz Beg derbasî "binxetê" bûne û li bajarê Qamişlo bi cih bûne.

Yek ji damezrênerên Komela Xwendevanên Kurd li Europa ye.

Çend pirtûk û wergerandinê wî hatine çapkirin: "Memê Alan", "Şivanê Kurd- wergerandin ji zaimanê frensî", "Cenga Azadiyê- helbest", "Kurdistan-bi zimanê frensî" û "jiyana min weke kurdekî".

(E.B)

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn