Şandekî Hizba Demokrat li Parlemana Ewropayê beşdarî kir

.

Li ser daxwaza fermî a Parlemana Yeketiya Ewrûpa li Biroksilê, kombûnek taybet li jêr navê, pêşeroja Kurdistanê û rola Jinan, bi beşdariya hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û aliyên Kurdistanî birêve çû, ku têde tekezî li ser guherîna hevkêşeyên siyasî ên Îranê li rêya Demokrasî û yeksaniya regezî hat kirin.

Roja Çarşemî 20ê Cozerdana 1405an, bi destpêşxeriya parlemantar “Alêsandira Morêtî” Dr, Kiwêstan Gadanî, Berpirsa Navenda Birêveberiya hizbê li derveyî welat, serperestiya şanda hizbê kir û gutarek hemû alî bi zimanê Îngilîzî pêşkeş kir.

Kiwêstan Gadanî li gutara xwe de ragehand ku pevrejiyana rastîn bi bê qebûlkirina firenetewî, firezimanî û nehêştina şaromendiya pile dû di Îranê de nayê bidî hatin.

Navbirî îşare bi dîroka 80 sal xebata hizba Demokrat û rêbaz û paşxana fikrî a rêberên şehîd, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî kir, ku hertim bidestveanîna mafê netewî wekî kite gerentî bo cihgîrbûna Demokrasiyê bilind nirxandine.

Dr. Kiwêstan behsa xebata pêşengane a Jinên Kurd li navxwe û diyasporayê de kir û tekezî kir ku jin li girêdana xebata rizgariya netewî de bi vekheviya regezî ve karekterên sereke ne.

Navbirî eva jî got ku diruşma, Jin,Jiyan,Azadî, ku reha wê li xebata Kurdistanê de ye, tenê siloganek nerizayetî nîne, belkî nexşerêyek û peymaneke nû a siyasî û civakiye bo pêşerojek ku têde azadiya civakê bi azadiya jinan ve hatiye girêdan.

Kurdistan Haberleri

Banga Parîsê: Ji bo Îraneke Federal û Demokratîk werin meşê!
Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdanê ya li parêzgeha Hewlêrê hate kirin
Berhem Salih: Koçberiya demdirêj zererê dide tenduristiya penaberan
HEWLÊR - Li Balekayetiyê dronek ket
BANE - Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin