Şandeke Qeterê ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê gehişt Hewlêrê

.

 Şandeke welatê Qeterê bi merema vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê gehişt Hewlêrê, biryar e li serê heftiya bê Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê bê vekirin.

Peyamnêra K24ê Rênas Elî got, “Şandeke welatê Qeterê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hat kirin, biryar e li serê heftiya bê Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê bê vekirin”.

Şêwirmendê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî di vî warî de ji K24ê re ragehandibû, “Îşev şandeke Qeterê bi serokatiya Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Dr. Ehmed Hesen digehe Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê tê kirin”.

Herwesa gotibû, “Ew serdan bi merema berdewamiya peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Mîrgeha Qeterê re, kirina çend hevdîtinan bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re û herwesa vekirina Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Qeterê bi awayekî fermî tê kirin”.

Wezareta Derve ya Qeterê li roja 31.10.2023ê di ragehandinekê de eşkere kiribû, “Hisên Elî Fezale karûbarên xwe yên fermî yên destpêkirina karî wekî Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Nivîsîngeha Merasîmên Wezareta Derve ya Îraqê Emar Dawid kir ku wekî konsulê wî welatî li Hewlêrê dest bi karî bike”.

(K24)

Kurdistan Haberleri

MEŞHED - Di merasîma veşartina termê Xamineyî de 2 kes hatin kuştin
Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin
SINE - Hêzên Îranê gule li sivîlan reşandin: Kur mir, bav birîndar e
Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin