Şandeke PDKê û Malikî mijara hilbijartina Serokkomarê Iraqê nîqaş kir

.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku Fazil Mîranî serokatiya wê şandê dikir, û pê re pêşketinên leşkerî yên deverê û bandora wan li ser ewlehiya navxweyî ya Iraqê nîqaş kirin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî vê êvarê (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) li nivîsîngeha xwe ya taybet pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî serokatiya wê şandê dikir.

Di wê civînê de rewşa ewlehiyê ya Iraqê di bin siya aloziyên niha de hat nirxandin, her du aliyan behsa pêşketinên leşkerî yên bilez ên deverê kir û encamên çaverêkirî yên wan bûyeran li ser rewşa navxweyî ya Iraqê jî nîqaş kirin.

Di wê civînê de tekez li ser pêdivîtiya xurtkirina tenahiya navxweyî, parastina dezgehên dewletê û mukomkirina eniya neteweyî li beranberî her pêşketineke derveyî, ku gefê li ser ewlehî û serweriya welat çê bike, hat kirin.

Her di wê civînê de, her du aliyan behsa çend dosyeyên siyasî yên girîng kir ku serpişka karên wan in, di serî de jî pirsa mafên destûrî û hilbijartina serokkomar, wekî pêngaveke girîng ji bo bicihanîna pêvajoya siyasî li Iraqê.

Serokatiya Parlamentoya Iraqê duhî (Duşem, 30ê Adara 2026ê) biryar da ku roja Şemiyê, 11ê Nîsanê, ji bo lidarxistina rûniştina hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê bê destnîşankirin. Ev biryar jî piştî derbazbûna demeke dirêj ji daxistina siyasî û têkçûna dezgehên destûrî hat dayîn.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin