Şanda UNICEF û Wezareta Tenduristiyê serdana Kobaniyê kir

.

 Şandeke hevbeş ku ji nûnerên Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêk dihat, serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şandeya ku rêveberên qada tenduristiyê yên parêzgehên Heleb û Şamê jî di nav de bûn, ji aliyê Meclîsa Rêveber a Kobaniyê û berpirsên saziyên tenduristiyê yên herêmê ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de bi taybetî li ser rewşa mirovî, pêdiviyên qada tenduristiyê û girîngiya xurtkirina hemahengiyê ji bo piştgiriya xelkê herêmê û çareserkirina pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.

Yek ji mijarên herî girîng ên vê serdanê, nîqaşkirina pêngava derzîkirina zarokan bû ku biryar e di rojên pêş de dest pê bike.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, ev kampanyaya berfireh a tenduristiyê dê heta 22yê vê mehê (Nîsanê) berdewam bike. Di civînan de hat destnîşankirin ku ji bo serxistina pêvajoya entegrasyonê di hemû qadan de û ji bo dabînkirina paşerojeke saxlem ji bo zarokan, pêwîstî bi hevkariya navneteweyî û herêmî heye.

  •  

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir