Şanda Rojavayê Kurdistanê li benda dîroka fermî ya danûstandinên Şamê ye

.

Berdevkê şanda danûstankar a Rêveberiya Xweser Yasir Suleyman ragihand ku komîteyên wan ên teknîkî bi temamî amade ne hevdîtinên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re bidomînin.

Suleyman ji NortPressê re gotiye, komîte ji bo berdewamiya danûstandinan û gotûbêjkirina hemû dosyayên ku niha têne nîqaşkirin, amade ne.

Herwiha Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, roja Pêncşemê bi şanda muzakereyê ya ku nûnertiya bakurê rojhilatê Sûriyê dike re civiya, da ku geşedanên encama civînên dawî yên li Şamê binirxîne.

Suleyman diyar kir: “Em bi biryar in proseya muzakereyê ya bi hikûmeta Sûriyê berdewam bikin û em bi rêya avakirina komîteyên teknîkî xwe amade dikin ku dest bi gotûbêjên li ser awayên entegrekirina saziyên îdarî û leşkerî bikin.”

Herwiha tekez kir ku ew li benda dîrokên fermî ye ji bo hevdîtinên rasterast bi nûnerên hikûmetê re ne.

Hêjayî gotinê ye, ev geşedan, di çarçoveya pabendbûna Rêveberiya Xweser a bi kanalên muzakereya aştiyane re, wekî beşek ji hewildanên berdewam ên ji bo aramiya li bakurê rojhilatê Sûriyê bi riya diyalog û hevahengiya saziyan bi Şamê re tê.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir