Şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokên firaksyonên parlementoya Iraqê re dicive Faceboo

.

Endameka kurd ya parlementoya Iraqê ragihand, şanda hikûmeta Kurdistanê dê serdana parlementoya Iraqê bike.

Parlementera PDKê li parlementoya Iraqê, Meyade Necar ji BasNewsê re got, li ser daxwaza serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, şanda hikûmeta Kurdistanê îro serdana parlementoyê dike.

Meyade Necar her wiha got, şanda hikûmeta Kurdistanê dê bi serokên firaksyonên parlementoya Iraqê re hevdîtin bike. Di civînê de behsa şanda hikûmetê li ser danûstandinan agahî dide û gotûbêj tê kirin.

Wê parlementera kurd li ser danûstandinan jî got, danûstandin pir baş pêşde çûne. Bexdayê amadehiya xwe nîşan daye eger hikûmeta Kurdistanê pêbendî erkên xwe bibe ewê jî erkên xwe bicîh bîne û mafên xelkê Kurdistanê bide.

Şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî hefteyek e li Bexdayê ye û bi berpirsên Iraqî re li ser bûdceya Kurdistanê danûstandin dike. Heta niha ti rêkeftinek nehatiye kirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Deng û rengê rêjîmê li dema belavkirina bernameya zindî, hate bomberabarankirin
Supaya Pasdaran kuştina 7 fermandarên Hêza Asmanî ragihand
Tirkiyeyê li ser koça Îraniyan a ber bi Tirkiyeyê ve daxuyanî da
Donald Trump: Em dê di demeke nêzîk de aştiya Îran û Îsraîlê jî pêk bînin
Îraq: Mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê pêwîst e