SANA: 13 leşkerên Sûriyê li sînorê parêzgeha Reqayê hatin kuştin

.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê diyar kir, li sînorê parêzgeha Reqayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 13 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.

Li gor SANAyê bi nûçeyeke bilez eşkere kir, li Reqayê di "êrîşeke terorîstî" bo ser otobusekê de, 13 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Di encama êrîşê de du leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Herwiha hat zanîn, êrîş li Cebel Buşra ya li gundewarê Reqayê pêk hatiye û heta niha nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê çi aliyî ve hatiye pêkanîn.

Hat ragihandin ku tu aliyekî berpirsiyariya êrîşa li ser otobusa artêşa Sûriyê ya li Reqayê li xwe negirtiye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin