Şamê rêya di navbera herêmên xwe û Rêveberiya Xweser de girt

.

Şirketeke veguhastinê ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê “Xala Kontrolê ya Zekiyeyê” ya di navbera herêmên xwe û Rêveberiya Xweser de girtiye û çûn û hatin rawestandiye.

Li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de hilbijartin tên kirin.

Birêvebirê Şirketa Geştyariyê ya Hevalê Lezgîn Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku çûn û hatina di navbera herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de rawestiyaye.

Hat ragihandin ku Asayîşa Giştî ya hikûmeta Sûriyeyê rê neda ku şirket ji “Xala Kontrolê ya Zekiyeyê” derbas bibin.

Lezgîn Xelîl her wiha anî ziman:

“Vê sibehê me çend geşt ji Hisîçayê ber bi Şamê û ji Şamê ber bi Hisîçayê ve bi rê kirin lê otobusa yekem li xala kontrolê hat rawestandin û rê nehat dayîn ku derbas bibe.”

Lezgîn Xelîl da zanîn ku ne tenê şirketa wan, nahêlin otomobîl û otobusên ku berê wan li herêmên di destê hikûmetê de ne jî derbas bibin.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, hikûmeta Sûriyeyê derbarê girtina “Xala Kontrolê ya Zekiyeyê” ya li ser rêya Reqa-Humsê ti daxuyanî nedane.

Girtina rê hevdem bû bi lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê yên li çend herêmên Sûriyeyê ku Siwêda û Rojavayê Kurdistanê li xwe nagirin.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên