ŞAM - Taxeke Elewiyan bi darê zorê tê valakirin

.

 Li taxa Someriyê ya Şama paytexta Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, xelk bi darê zorê ji malên xwe tê derxistin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû 48 saet dem daye niştecihan da ku malên xwe vala bikin.

Taxa Someriyê berê wekî navenda karmend û alîgirên desthilata Esed dihat naskirin.

Niha li taxê hêzên ewlehiyê otomobîlan kontrol dikin.

Barhilgir jî ji bo veguhastina malên xelkê li pey hev di rêzê de rawestiyane

Ti biryara fermî nîne lê dîsa jî hêzên hikûmetê gefan li niştecihan dixwin û wan neçar dikin ku derkevin.

“Dê malan bi ser serê me de birûxînin”

Karmendê malnişîn Mihemed Ibrahîm got:

“Ez sala 2010an hatim, min xanî bi keda jiyana xwe kirî. Weke tu dibînî, asta herî nizim a jiyanê ye.”

Nişteciya Taxa Someriyê Rexda Ceraweyê jî anî ziman:

“Wan got, roja pêncşemê komîteyeke ewlehiyê dê were. Roja din hevjînê min telefon kir û got, ew hatin û zerer gihandine wî û kurê min.

Kaxezên me jî nexwestin lê yên cîranê me xwestin û dirandin. Her yek dibêje 48 demjimêr ji we re hene û gefê dixwin û dibêjin yan na em dê malan bi ser serê we de biruxînin.”

Malên berpirsan vala man

Malên gelek berpirsên leşkerî yên hikûmeta berê li Taxa Someriyê bûn.

Piştî rûxîna desthilata Esed, gelek ji wan berpirsan ji taxê reviyan lê hinek malbatên din hîn jî li wir dijîn û niha di bin gefê de ne.      

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da