ŞAM - Çekdaran êrişî siyasetmedareke Kurd kir

.

 Li Şama paytexta Sûriyeyê du çekdar êrişî Sekretera Giştî ya Partiya Ciwanan a ji bo Avakirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîmê kir.

Perwîn Îbrahîm di encama êrişê de ji serê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku piştî çareseriyê rewşa tenduristiyê ya Perwîn Îbrahîmê baş e û ew vegeriyaye mala xwe.

Siyasetmedara Kurd Pervîn Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawî bû behsa êrişa ku lê hatiye kirin kir.

Pervîn Îbrahîme ji Rûdawê re ragihand ku êrişkaran ew bi piştgirîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tawanbar kiriye û gefa kuştinê lê xwariye.

"Ez êrişkaran nas dikim"

Perwîn Îbrahîmê da zanîn kesên ku êrişî wê kirine çekdarên hikûmeta Sûriyeyê ne û ew wan êrişkarên nas dike û wiha axivî:

“Çekdarên hikûmetê êrişî min kir û ez wan nas dikim. Gef li min xwarin û ji min re gotin, ‘Kurd bênamûs in û em Kurdekî jî nahêlin. Mezlûm Ebdî nabe tiştek û nagihîje vir.’”

Siyasetmedar Kurd her wiha got ku ew dê giliyê wan çekdaran bike û nameyek her yek ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet yê Sekrete Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen re bişîne.

Li aliyê din Pevîn Îbrahîmê bangî Kurdan kir ku bibin yek û amaje bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê kir û got, "Ev mafên Kurdan nadin wan û ew rejîma berê pîstir in."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Komeke Berxwedana Îslamî berpirsiyariya êrişên li Dihok û Hewlêrê li xwe girt
Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Êrîşên esmaniyên Îsraîl û Amerîka bo ser binke û cebilxaneyên rêjîmê bi tundî berdewam in
Serok Barzanî: Raperîn hilgira peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye
PDK: Divê hemî alî bo tenahiya Herêma Kurdistanê û parstina destkeftiyên me bixebitin