Salvegera 2 Salîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Gelê Me Pîroz Be!

Werin em bi hevdû re vê xeta neteweyî û kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin!

PWK, du salîya damezrandina xwe pîroz dike.

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin.

Çawa ku berê PAK ji ber nav û daxwazên xwe yên siyasî dibû hedefa Dewleta Tirkîyeyê; PWKyê jî ji vê dijayetîyê para xwe girt. Li ser daxwaza Serdozgerê Mehkemeya Bilind ya Komarê (Serdozgerê Yargitayê) ya Dewleta Tirkîyeyê, Mehkemeya Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê bi nivîsekê daxwaz kir ku PWK navê xwe û bernameya xwe biguherîne. Lê bele PWKyê, navê xwe û bernameya xwe neguhert. Ji ber vê jî Mehkemeya Qanûna Bingehîn ji ber navê Kurdistanê û bernameya PWKyê, di derbarê wê de doza girtinê vekir. PWKyê di Mehkemeya Qanûna Bingehîn de bi kurdî û tirkî, navê xwe û bernameya xwe parast. Ev doz hîna jî berdewam dike.

Wek ku di bernameya xwe de jî anîyê zimên, PWK, xwe berdewamîya ked, xebat û têkoşînên doza azadîya Kurdistanê dibîne; li hemû berxwedan, serîhildan û destkevtîyên neteweyî, niştimanî xwedî derdikeve.

PWK, partîyeke neteweyî, demokratîk, bêîtiatîya sivîl, eşkere û legal e.

PWK, pirsa Kurdistanê weke pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd; pirsa li ser xaka xwe bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirinê dibîne.  Herweha PWK ji çareserîyên navqonaxî û demkî jî re vekirîye û di wê bawerîyê de ye ku çareserîyên navqonaxî dê rê li ber daxwaz û armancên stratejîk xweştir bike. Di warê mafê çarenivîsê xwe de yê xwedîyê biryara dawî miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ye.

PWK, di civîn û birêvebirina navxweyî de, di daxuyanîyên xwe yên ji bo raya giştî û nava partîyê de zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) weke zimanê esasî û fermî yê PWKyê bi kar tîne û bangî hemû partî, rêxistin, komele û dezgehên kurdan dike ku vê hişmendîya neteweyî pêş bixînin.

PWK, destkeftîyên her perçeyekî Kurdistanê, wek destkeftîyên hemû kurdan, destkeftîyên miletê Kurd dibîne. Di vê rewşa taybetî, xesas û metirsîdar de, li hemberî siyaset û xefikên cihêreng yên dewletên dagirker, piştgîrî û alîkarîya tevgera neteweyî ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê weke erkekî neteweyî li ber derîyê kurdên perçeyên din ên Kurdistanê, metrepolê û dîasporayê ye.

PWK, di peywendîyên navneteweyî û diasporayê de, bi hişmendîya ku ‘’em dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin’’ dixebite.

Ev demek dirêj e ku di nava karbidestên Dewleta Tirkîyeyê û Abdullah Ocalan de, danûstendinek ne diyar û ne zelal berdewm dike. Ev projeya bi însîyatîfa Dewleta Tirkîyêyê, bi berdevkîya Devlet Bahçelî û li gorî nexşerêya dewletê ku wê weke “Tirkîyeya Bêteror” pênase dike berdewam dike. Li gorî vê nexşerêyê PKK di kongerya xwe ya 12an li gorî daxwazên Ocalan biryara şekdanê da û xwe fesix kir.

Em weke PWK, çekdanîna PKKyê di menfetê doza miletê Kurd de dibînîn; ev dikare rê li ber behaneyên Dewleta Tirkîyeyê teng bike û rê li ber xebatên siyasî, demokratik û civakî yên sivîl xweş bike. Lê divê Dewleta Tirkîyeyê jî dawî li operasyon û dagerkirina beşên din yên Kurdistanê bîne û rê li ber çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê veke.

Abdullah Ocalan di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ de, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî nabîne; ew vê pirsê, weke pirsa mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd û kurdistanîyan jî nabîne. Ew dixwaze pirsa miletê Kurd û Kurdistanê di nav sînorên “Civaka Demokratîk“ de hefs bike. Ew mafên miletê Kurd yên dewletek serbixwe, federal ya jî otonom, heta mafên kulturalîstê dahî weke “netewepestîya tundî“ îtham dike. Li gorî Ocalan, ev daxwazên miletê Kurd “nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.”

Bêgûma, em weke PWK bi awakî eşkere diyar dikin ku em li dijî van nerînên Abdullah Ocalan in. Weke her miletekî bindest, mafê miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad û serbixwe “qedera xwe bi destê xwe tayin bike“. Li gorî me; di vî warî de biryara dawî ya miletê Kurd û kurdistanîyan bi xwe ye. Ne kesek, ne jî partîyek nikare di vî warî de bi serê xwe û li ser navê miletê Kurd û kurdistanîyan biryarê bide ya jî mafên miletê Kurd yên bingehîn û rewa tune bihesibinî.

Hemû dîyardeyên hene nîşan didin ku vê projeya Dewleta Tirkîyeyê ya bi pênaseya “Tirkîyeya Bêteror” dimeşîne, di eslê xwe de bi armanca ku li Rojavayê Kurdistanê rê li ber bidestxistina statuyeke milî, coğrafik,siyasî; mafên milî, demokratîk û kolektîf ên miletê Kurd bigre tê meşandin. 

Ji bo rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê û li aştîyeke rasteqîn vebe, divê nasnameya miletê Kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirina, li gel tirkî zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî; divê azadîya ramanî û xebata rêxistinî bê qebûl kirin û ew maf di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê û di hemû yasayên peywendîdar de bêne misoger kirin; divê hemû girtîyên sîyasî bene azad kirin. Bicîhanîna daxwazên acîl ên miletê Kurd nabe ku bi pirsa çekdanînê û rawestandina operasyonan ve bê girêdan.

Ji bo bicîhanîna aştîyeke rasteqîn û daxwazên acîl ên miletê Kurd, divê, hemû alîyên sîyasî, demokratîk û sivîl ên miletê Kurd wek terefê kurdî bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Heger mesele mafên neteweyî, demokratik ên miletê Kurd be, nabe ku qedera kurdan, li pişt derîyan, bi hevdîtinên ne şefaf û di nav sînorên hevdîtinên Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê de bê hefskirin.

PWK dibêje, ji bo aştîyeke rasteqîn, divê Dewleta Tirkîyeyê, ne bes li Bakurê Kurdistanê, ji bo hemû kurdan, dev ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin berde û divê rêzê li mafê statuyêke milî, cografîk, sîyasî ya gelê Rojavayê Kurdistanê û li serwerî û desthilatdarîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigre û li gorî wê tevbigere.

Bidestxistina aştîyeke rasteqîn û azadîyê, bi yekrêzî û yekgirtina miletê Kurd û têkoşîna rêbazên sîyasî, sivîl, demokratik pêkan e. Ji ver vê rastîyê, PWK, careke din jî li her perçeyekî Kurdistanê û li dîasporayê balê dikşîne ser girîngîya hevrêzî, hevkarî û tifaqên neteweyî û demokratîk.

PWK dibêje, qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi xweşî û nexweşîyên xwe tesîrê li hev dikin. Ji bo wê jî, divê di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de, li ser easê hevrêzîyê koordînasyoneke neteweyî û demokratîk bê ava kirin.

Bi minasebeta duyemîn salvegera damezrandina PWKyê, em careke din dîyar dikin ku ji bo yekîtiyeke rêxistinî û siyasî jî; ji bo  tifaqa stratejîk ya neteweyî, demokratîk û Kurdistanî jî; ji bo avakirina hevkarî û platformên li ser daxwazên lezgîn yên miletê Kurd jî; ji bo partîyeke milli, demokratik girseyî, sîwanî, hevbeş jî em ji bo her cûre gavên pêwîst amade ne û di van waran de çi berpirsîyarî bikive ser milên me em dê pêk bînin. 

PWK, amade ye, ji bo aştîyeke rastqîn, çareserîya pirsa neteweyî, demokrasi, azadî, edalet û wekhevîyê, bi hemû alîyên peywendîdar ên Tirkîyeyê re hevxebatan bike.

Di dusalîya damezrandina PWKyê de, em bangî hemû kadroyên welatparêz, azadîxwaz, demokrat û kurdistanî yên weke PWKyê ya jî nêzî PWKyê difikirin dikin; werin em bi hev re xwedî li vê xeta neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û kurdistanî derkevin. Hêvî û sibêroja miletê Kurd û kurdistanîyan di vê xetê de ye. Werin em bi hevdû re vê xeta neteweyî û kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin.

Bijî xebat û têkoşîna ji bo mafê çarenivîsa miletê Kurd û Kurdistanê!

Bijî Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)!

10.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Polonyayê piştî êrîşa dronên Rûsî, bi awayekî fermî banga çalakkirina xala 4em a NATOyê kir
Li Sûriyeyê ‘Bloka Neteweyî’ hate ragihandin
Daniel Gunther: Em hewl didin ku Êzidî neyên dersînorkirin
Nêçîrvan Barzanî: Diyarkirina Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê gaveke girîng e
Piştî azadbûna lêkolînera Îsraîlî, rola hikûmeta Iraqê ya bi milîsan re ket rojevê