Salih Muslim: ”Em dewleta kurdî naxwazin û ji bo kurdan Bexda tenha derwaza strajî ye”

Salih Muslim: ”Em dewleta kurdî naxwazin û ji bo kurdan Bexda tenha derwaza strajî ye”

 

Di hevpeyvînekê de li gel rojanamaya Iraqî "Al-Sebah Al-cedîd", salih Muslim, hevserokê PYD got ku, dema avakirina dewletên neteweyî derbas bûye, û jibo wê ew ne alîgirê damezrandina dewleteka kurdî ye.

Muslim her weha pesnê desthilata Iraqê da û destnîşan kir ku Bexda tenha derwaze ya stratîcî ye ji bo kurdan.

Hêjayî gotinê ye ku, peywendiyên PKK bi her yek ji Îranê û Iraqê re gelek bi hêz in. Li paytaxta Iraqê berpirsiyariya PYD bi fermî hatiye avakirin.

Mîlîsên ezîdî ku PKK li Şingal avakirine, çend caran li ser zimanê berpirsê xwe danpêdane (îtîraf kirine) ku ew, beşek in ji Heşdê Şe'bî yê şiyî, û muçeyên xwe ji hukumeta Bexdayê werdigirin.  

(E.B)

Siyaset Haberleri

Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin