Sabrina Singh : Em naxwazin li herêmê şerekî berfireh derkeve

,

Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh ji peyamnêrê K24ê li li Washingtonê re ragihand, “Amerîka naxwaze şerekî berfireh li navçeyê çêbibe û naxwaze li dijî Îranê şer bike.”

Sabrina Singh aşkere kir, “Heta niha 167 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.”

Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê diyar kir: “Hêzên Hûsiyên Yemenê jî, 41 êrîş li Deryaya Sor pêk anîne.”

Sabrina Singh got jî: “Hêzên me ji bo piştgiriya şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ne.

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkayê li baregeha T-22 ya li ser sînorê Urdinê, Amerîkayê êrişî baregeh û baregehên grûp û milîsan li Iraq û Sûriyeyê kir û di encamê de 85 çeperên hêzên Pasdarên Îranê û grûpên çekdar wêran kirin.

Li gorî “Reuters” jî, di êrîşên esmanî yên Amerîka yên li Îraq û Sûriyeyê de, herî kêm 40 kes hatine kuştin.

Siyaset Haberleri

TAYBET - Yekîtiya Ewropayê rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan gotûbêj dike
Mezlûm Ebdî: Tabelayên li bajarên Kurdan dê duzimanî bin
Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê: Mafên pêkhateyan li Sûriyeyê xeta sor e
Jêderek: Wezareta Navxwe ji bo Malîkî yekalî bûye
Parêzerên Hesekê li ber Koşka Dadê: Zimanê Kurdî nasnameya me ye