Rûsyayê hinardekirina gazê bo Ewropayê rawestand

.

Kompanya Gazprom a Rûsyayê ragihand ku bi temamî hinardekirina gazê ya ji bo Ewropayê bi rêya boriya Herikana Bakur Yek rawestandiye.

Kompanya Gazprom a Rûsyayê ragihand ku bi temamî hinardekirina gazê ya ji bo Ewropayê bi rêya boriya Herikana Bakur Yek rawestandiye.

Koma Gazprom a Rûsî îro Înê di daxuyaniyekê de got, Nord Stream 1, ku ji bo hinardekirina gazê bo Ewropayê ye, bi tevahî hate girtin.

Gazprom diyar kir ku di dema tamîrkirinê de di yek ji turbînên boriyê de ferqa neftê dîtiye û heta ku bi temamî were tamîrkirin dê veguhestina gazê bi rêya Herikîna Bakur were rawestandin.

Rojnameya Wall Street Journal tekez kir ku piştî vê gavê divê êdî welatên Ewropayê ji bo dîtina alternatîfên gaza Rûsyayê bixebitin

Wezîrê Aboriyê Philipp Rosler got: "Li ser biryara Rûsyayê tu şîroveyeke me tune, lê me her dem fikirîne ku Rûsya bêbawer e."

Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Almanyayê ragihand ku biryara Rûsyayê şerekî derûnî ye li dijî welatiyên Ewropayê.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev îro Înê got ku Moskow dê hinartina gazê ji bo Ewropayê rawestîne, eger Ewropa kar bike ji bo sînordarkirina bihayê gaza Rûsyayê.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê