Rûsyayê bîlançoya şer belav kir

.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê bîlançoya şerê li gel Ukraynayê ragihand, “Li Ukraynayê 498 serbazên me hatine kuştin û 1597 serbaz birîndar bûne.”

Şerê Urkayna û Rûsyayê berdewam e û Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tekez dike, “Em rê didin her kesê bixwaze ji Kiev û Maryopol derkeve.”

Serokatiya Ukraynayê jî amarên şer belav kirin û ragihand, “Me heta niha 7000 serbazên Rûsyayê kuştine.”

Serokatiya Ukraynayê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Me bi sedan serbaz û efserên Rûsyayê girtine.”

Pentagon jî daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Ji %80ê hêzên Rûsyayê yên li ser sînor bûn derbasî Ukraynayê bûne.”

Li gor Pentagonê, “Li Kherson şerekî giran diqewime. Kiev rûbirûyê topbaran û bordûmaneke xurt dibe”

Pentagon dibêje jî, “Hêzên Rûsyayê heta niha pirsgirêka xwe ya lojestîkî çareser nekirine. Rûsya bi 450 mûşekan Ukrayna bordûman kiriye.”

Balyozê Rûsyayê yê li Netewên Yekgirtî ragihand, “Me her tişt kir daku ev senaryo li Ukraynayê çênebe.”

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî hişyarî da û got, “Şerê Cîhanî yê Sêyem dê etomî û wêranker be.”

Lavrov tekez kir, “Erkê hêzên Rûsyayê li Ukraynayê nehiştina çekan û çênekirina çekan e. Ukrayna dikare çekên etomî çêbike. Serweriya me li ser girava Kirimê ne cihê gotûbêjan e.”

Herwiha şandên Ukrayna û Rûsyayê jî sibe li ser sînorê Belarusê bo cara duyem kom dibin.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê