Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê derketin

.

Piştî eşkerekirina cezayên ji ber kirîna S-400ên rûsî bi ser Tirkiyê de, Rûsya û Îran li dijî cezakirina Tirkiyê ya di warên berevanî û fînansekirina wê de derketin.

Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Rûsyayê sepandina dorpên ser ser Tirkiyê wek binpêkirina hiqûqa navnetewî binav kirin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov got: "Dorpêçên Amerîka li ser Tirkiyeyê delîleke din ya binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Amerîka dehan sal in bi yekalî wiha tevdigere. Hevkariyên teknîkî û serbazî jî di nav de, bawer nakim ev helwest tu fêde bide Amerîkayê."

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf jî cezayên ser Tirkiyê şermezar kir û got, ew ligel xelk û hikûmeta Tirkiyê ne  û diyar kir, “Careke din hezkirina Amerîkayê ji ferzkirina ceza û kêmdîtina yasaya navdewletî re zelal bûye”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku, "Enqere guh nedaye hişyariyên wan û ew tu carê rêkeftinên bi Bergirî û Hewalgiriya Rûsyayê re qebûl nakin."

Pompeo herwiha bang li Tirkiyeyê kiribû, astenga S-400an li pêş pêwendiya aliyan rake.
 

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin