Rûsya santrala nuklerî ya Buşehra Îranê vala kir

.

 Piştî Amerîka û Îsraîlê li santrala nuklerî ya bajarê Buşehrê ya Îranê xistin, ji ber talûka santralê ku derbe lê ketibû, Îran bi Rûsya re axifî bû da santralê vala bike.

Rêvebirê giştî yê Rosatomê Alexey Likhachev ragihand ku santralê tehliye kirine û tenê di seha santrala Buşehrê de xwebexş mane û jimara wan li dora 20 kesiye. Li Tehranê jî tenê 4 kes mane.

Rêvebirê giştî yê dezga dewletê ya enerjiya nuklerî ya Rûsyayê Rosatomê Alexey Likhachev, ragihand ku li Kendava Basrayê li bajarê Buşehrê tehliya santralê temam bûye.

Li gor ajansa TASSê ya Rûsyayê Likhachev, li payîtexta Özbekistanê li Taşkentê li ser rewşa santralê agahiyan da. Likhachev got:

“Me tehliyê temam kir. Piştî destpêka şer û heya niha 600 kes tehliye bûne û me wan şand Rûsyayê. Van hevalan niha îstîrehet dikin da bi xwe ve werin.”

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin