Rûsya cara sêyeme Fînlandiya û Îsweçê tehdîd dike

.

 Li ser ku Fînlandiya û Îsweç ketin nav tevgerê da bibin endamên NATO yê, Rûsya cara sêyem wan tehdîd kir. Ragihandin ji berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ji bo çapemeniya Îspanyayê hat kirin. Zaharova got ku eger Fînlandiya û Îsweç bibin endamên NATO yê, wê di navbera NATO û Rûsya de bibin meydana şer. Zaharova hişyariyê da her dû welatan û weha got:

“Eger Îsweç û Fînlandiya bikevin nav hevkariya NATO yê, wê di navbera Bloka Atlantîka ya Bakûr û Rûsya de bibin meydana şer. Wê di pey van de encamên din hebin. Gelo xelkê Îsweç û Fînlandiyayê vêya dixwazin?”

Serokwezîrên her dû dewletan berê ragihandibûn ku wê bibin endamên NATO yê û serokwezîrê Almanya duhî ragihandibû ku desteka Almanya di mijarê de misogere.

Avrupa Haberleri

Tirkiye di lîsteya reş a DMMEyê de, di 22 salan de zêdetirî hezar darizandinên bêdad
Federasyona Zimanê Kurdî: Bi piştevaniya Hikûmeta Herêmê em kursên Kurdî ”online” vedikin
Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir