"Rûhanî li wir fabrîke vekir lê karmend ne ji Mahabadê ne"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di 31ê Gulanê çû Mehabadê li wir navenda petrokîmyaya Mehabadê, ku çêkirina wê 14 salan dom kir, vekir.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, di 31ê Gulanê çû Mehabadê li wir navenda petrokîmyaya Mehabadê, ku çêkirina wê 14 salan dom kir, vekir.

Di merasima vekirina petrokîmyayê de, parlamenterê kurd û nûnerê Mehabadê li Parlamentoya Îranê Celal Mehmûdzade rexne li hikûmetê girt û got, mixabin tenê % 25ê eleman û ew kesên ku di petrokîmyayê de kar dikin, Mehabadî ne, ev jî li dijî siyaseta hikûmetê ya afirandina derfetên kar ji bo gencan e.

Celal Mehmûdzade diyar kir ku rêveber û rayedarên petrokîmyaya Mehabadê, bi dîplomayên nizim ji bajar û deverên din hatine û got, Mehabadî tenê di asta karkir de hatine wergirtin.

Celal Mehmûdzade her wiha ji Rûhanî xwest, destûra vekirina navenda zimanê kurdî li Mehabadê bide.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand