Ruhanî: Heger Amerîka sizayan rake, em amade ne pêngavan biavêjin

.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di derbarê sizayên Amerîka de axivî û got, dema ku Amerîka sizayên aborî li ser welatê wan rake, ew amade ne pêngavan biavêjin bo bicihanîna hemû pêgiriyên nivîskî, yên di peymana navokî de ya sala 2015ê bi hêzên cîhanî re.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî do diyar kir got: "Îran amade ye rasterast hemû tedbîran bistîne ji bo bicihanînên muqabil li gor xalên peymana navokî û hemî soz û pêgiriyên xwe pêk bîne, tenê dema Amerîka sizayên neqanûnî rake û dest ji siyaseta gefkirin û givaştinan berde."

Ruhanî di dema pêşwaziya Wezîrê Karûbarên Derve yê Îrlanda Simon Coveney de axivî, yê ku ji bo hewildanên dîplomasî bo zindîkirina peymana dîrokî ya navokî hewil dide. Îrlanda ne beşeke ji peymanê lê rolê Dublin di meşandina û bicihanîna peymana navokî de heye.

Ruhanî welatên Ewropî yên beşdarên peymana navokî ya bi Îranê re, Brîtanya, Fransa û Almanya rexne kir û ew bi bêxemî û danîna astengiyan li hember peymana navokî bi nav kir. Û got: "Îran, aliyê tekane ye ku baca wê dide".

Serokê Amerîka Joe Biden îşaret bi amadebûna Amerîka dabû, ku peymana navokî zindî bikin, lê wî tekez kir ku divê pêşî Îran pêgiriyên bi hemû xalên peymana navokî re pêk bîne.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin