Rûhanî: Ger rêgirî li şandina petrola me bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe

Serokkomarê Îranê Hesenî Rûhanî dibêje, ger rêgirî li şandina petirola wan bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe.

Serokkomarê Îranê Hesenî Rûhanî dibêje, ger rêgirî li şandina petirola wan bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe.

Hesen Rûhanî di civînekê de, ligel Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî diyar kiriye ku wan bi hemû welatên beşdarên rêkeftina atomî ragihandiye, ger pabendî rêkeftin û sozên xwe nebin, dê dest bi çalakiyên atomî bikin. Rûhanî dibêje, civaka navdewletî dizane, ku ger şandina petirola Îranê bigihe sifir, tevayiya rêyên avî yên cîhanê ne aram dibin, û ew yek jî, bi çavên xwe dîtin. Gotiye jî, Amerîka terora aborî, li dijî xelkê Îranê bikar aniye.

Ji alîyeke din, Wezîrê Derve yê Îranê radighîne, Amerîkayê rewşa Rojhelata Navîn aloz kiriye û nahêle navçe aram bibe.

Îro Mihemed Cewad Zerîf, ku bi seredanekê li Swêdê ye ragehand, welatên navçeyê baştir ji rewşê tê digihin, her ew bi xwe jî, dikarin aramiya Rojhelata Navîn biparêzin. Zerîf got jî , Amerîka sedema sereke ya ne aramiyê ye û divê ji navçeyê derkeve. Eşkere kir, ku Netewên Yekgirtî dixwaze bazirganiya Îranê û cîhanê asayî bibe, lê Amerîka gef û givaşan dike.

Rojhilta Navîn Haberleri

SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin
Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin