Rubio: Em niyaza serkirdayetiya Îranê ya ji bo gihîştina bi peymanekê dinirxînin

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, Washington dixwaze bizane ka Tehran di daxwaza peymanê de çiqas cidî ye. Rubio herwiha hişyarî da ku ew ê bi tI awayî rê nedin girtina Tengava Hurmizê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 30î Adarê di hevpeyvînekê de ligel kanala ABC News aşkera kir, rayedarên niha yên Îranê bi şêwazekî cuda peyaman ji Washingtonê re dişînin û daxwaza peymanê dikin. Rubio got: "Em hêvî dikin ku ew karibin sozên xwe bi cih bînin, ji ber ku ji bo rêveberiya Trump dîplomasî û danûstandin ji bo çareserkirina kêşeyan her tim di pêşî de ne."

Derbarê gefên Îranê yên ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê û standina bacê ji keştiyên navdewletî, Rubio helwesteke tund nîşan da û got: "Rê nayê dayîn ku ev yek rû bide. Di destê Serok Trump de gelek bijarde hene ku rê li her hewildaneke Îranê ya ji bo kontrolkirina vê rêrewa avî ya stratejîk bigire."

Marco Rubio tekez kir, civaka navdewletî û welatên cîranên Îranê li ser wê yekê hevnêrîn in ku nabe Tehran bibe xwediyê çekên atomî. Herwiha got: "Ew xwedî dîtineke xeternak û wêranker in; heke ew çek bikeve destê wan, dê gefê li hemû cîhanê bixwin."

Wezîrê Derve armancên sereke yên operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li dijî Îranê rêz kirin û diyar kir ku plana wan bi awayekî hatiye xêzkirin ku hêza asmanî û deryayî ya Îranê bi temamî were têkbirin, herwiha şiyana mûşekî ya wî welatî were lawazkirin û hemû kargehên ku piştgiriya binesaziya leşkerî ya Tehranê dikin, werin wêrankirin.

Rubio derbarê êrîşeke bejayî de hûrgilî neda û got ku ev daxwaz di bin berpirsiyariya Wezareta Cengê de ye, lê Amerîka amade ye her pêngavê ji bo parastina ewlehiya deryawanî biavêje.

Marco Rubio di hevpeyvîneke din ligel kanala Al Jazeera de, bal kişand ser cudahiya dîtina Amerîka û Îsraîlê û got: "Fokusa Îsraîlê ji ya me cuda ye û armancên wan ên taybet bi xwe hene." Her wiha hişyariyeke tund da Tehranê ku divê demildest berhemên mûşekî û dironan rawestîne.

Kurdistan Haberleri

WASÎYETA SEROKKOMARÊ DEWLETA KOMARA KURDISTANÊ PÊŞEWA QAZÎ MIHEMED
Serokwezîr û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
ENKS daxwaza misogeriya destûrî ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike
Reuters: Bi hezaran leşkerên bijare yên Amerîkayê gihîştin Rojhilata Navîn
Rojavayê Kurdistanê: Di êrişa bi dronan de 12 hezar kîs genim şewitîn