Li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê a RSFyê Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê belav kir.
Di dîroka vê endeksê de cara ewil e ku rewşa piraniya welatên cîhanê wekî "dijwar" yan jî "gelekî giran" tê nîşandan.
Di 25 salên dawî de, puana navîn a hemû welatên ku hatine lêkolînkirin cara yekem e ku ev qasî daketiye.
Di vê navberê de Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
Li gorî daxuyaniya RSFê, bi taybetî qanûnên nû yên ku bi hinceta "ewlehiya neteweyî" her ku diçe tundtir dibin, ji sala 2001ê û vir ve mafê gihiştina nûçeyan li welatên demokratîk jî lawaz dikin.
Di nav hemû pîvanan de, îsal pîvana qanûnî herî zêde bi paş ketiye.
Ev yek nîşan dide ku rojnamegerî êdî bêhtir wekî "sûc" tê dîtin.
Amerîka 7 pileyên din ket xwarê
Li parzemîna Amerîkayê jî guherîneke girîng heye.
Amerîka di endeksê de heft rêzan daket, di heman demê de gelek welatên Amerîkaya Latîn jî di nav xeleka tundî û zextan de asê mane.
Li gorî Endeksa 2026an a RSFyê Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163yan de cih digire.
RSFyê diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo tepisandina rojnamegeriyê û girtina peyamnêran, tawanên wekî "dezenformasyon", "sivikayetiya li hemberî serokkomar" an jî "reşkirina saziyên dewletê" bi awayekî sîstematîk wekî amûr tên bikaranîn.
"Em dê heta kengî tehemul bikin?"
Birêvebira Weşanan a RSFyê Anne Bocandeyê bi helkefta salvegera 25emîn a endeksê destnîşan kir ku êrişên li mafê agahdarkirinê nayên veşartin û dewlet aktorên siyasî û hêzên aborî û platformên dijîtal bi awayekî eşkere dikin.
Anne Bocandeyê got, “RSF di salvegera 25emîn a xwe de ne tenê li paşerojê dinêre, bi pirseke sade bangî paşerojê dike:
Em dê heta kengî li hemberî xeniqandina rojnamegeriyê, astengiyên sîstematîk ên li ser peyamnêran û helandina azadiya çapemeniyê tehemul bikin?
Qadên agahdarkirinê tên dorpêçkirin û kiryar êdî ne veşartî ne. Dewletên otorîter, hêzên siyasî yên ku peywira xwe nakin, lîstikvanên aborî yên talanker û platformên ku nayên kontrolkirin, berpirsên sereke yên vê rewşê ne.
Li hemberî vê rewşê, bêdengî tê wateya pejirandinê. Êdî parastina prensîban têrê nake, siyasetên parastinê yên çalak şert in.
Divê berî her tiştî dawî li sûcdarkirina rojnamegeriyê were anîn.
Bikaranîna xirab a qanûnên ewlehiya neteweyî, dozên ji bo bêdengkirinê û astengkirina sîstematîk a li ser kesên ku rastiyan derdixin holê, divê bi dawî bibin.
Mekanîzmayên parastinê hîn jî kêm in, hiqûqa navdewletî hildiweşe û bêcezakirin belav dibe.
Garantiyên tekez û sizayên berbiçav pêwîst in. Êdî dora demokrasî û welatiyên wan e.
Divê ew li dijî kesên ku bêdengiyê ferz dikin bisekinin lewra belavbûna otorîteriyê ne qedereke neçar e.”
5 agahiyên girîng ên rêzbendiya 2026an:
1-Puana navîn a hemû welatên cîhanê ti carî ev qasî kêm nebûbû. Zêdetirî nîvê welatan (ji sedî 52,2) di dîroka endeksê de cara pêşîn e ku di rewşeke "dijwar" an "giran" de ne.
2-Ji 5 pîvanên sereke (aborî, qanûnî, ewlehî, siyasî, civakî), îsal a ku herî zêde xirab bûye pîvana qanûnî ye.
3-Amerîka ketiye rêza 64an. Welatên wekî Ekuador û Peruyê jî di rêzbendiyê de ketineke mezin dîtine.
4-Norwec di 10 salên dawî de her tim di serê lîsteyê de ye. Erître jî sê sal in di dawiya lîsteyê de cih digire.
5-Sûriyeya piştî serdema Beşar Esed (rêza 141), sala 2026an bi 36 pileyên serkeftî, çûye pêş.
Şer û astengkirina nûçeyan
RSF destnîşan dike ku li welatên wekî Îraq (162.), Sûdan (161.) û Yemenê (164.) şerên çekdarî bandoreke rasterast li azadiya çapemeniyê kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di şerê ku hikûmeta Benjamin Netanyahu li Filîstînê dimeşîne de, ji meha Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve li Xezeyê zêdetirî 220 rojnameger kuştine.
Li aliyekî din ve, li welatên wekî Çîn (178.), Koreya Bakur (179.) û Erîtreyê (180.) rewş wekî berê giran e.
Li Rûsyaya di bin desthilata Vladimir Putin (172.) de jî zextên giran didom in.
Sûcdarkirina rojnamegeriyê derket lûtkeyê
Pîvana qanûnî îsal herî zêde bi paş ketiye.
Di navbera salên 2025 û 2026an de, li 110 welatan (ji sedî 60î zêdetir) rewşa qanûnî xirabtir bûye.
Hindistan (157.), Misir (169.), Îsraîl (116.) û Gurcistan (135.) di nav van welatan de ne.
Bikaranîna qanûnên "dijî-terorê" yên li dijî rojnamegeran êdî li seranserê cîhanê belav bûye.
Li Tirkiyeyê (163.) jî ev nêzîkatî ne tenê di qanûnên terorê de, di mijarên wekî "heqaret li hemberî serokkomar" û "reşkirina saziyên dewletê" de jî bi xurtî tê dîtin.
Li Tunisê (137.) jî qanûna "nûçeyên derew" ji bo cezakirina rojnamegeriyê wekî amûreke zextê tê bikaranîn.
Zextên siyasî û ewlehî yên li Amerîkayê
Li parzemîna Amerîkayê ji sala 2022yan û vir ve rewş her diçe xirabtir dibe.
Tê gotin ku gotinên Donald Trump ên li dijî çapemeniyê bandoreke sîstematîk kiriye û Amerîka 7 rêzan daketiye (rêza 64an).
Hevalbendên Trump ên wekî Javier Milei (Arjentîn) û Nayib Bukele (El Salvador) jî bi polîtîkayên xwe yên li dijî medyayê, welatên xwe di endeksê de bi paş ve birine.