Rojhilatê Kurdistanê: 35 çalakvanên Kurd hatine desteserkirin

.

Hejmara çalakvanên ku di rojên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin gehişte 35 kesan. Li gor rêxistinên mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan de nîne.

Roja Duşemê welatiyekî din bi navê Ferdîn Edwayî xelkê gundê Silênê ser bi bajarê Sewlawa li parêzgeha Sine ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin. 

Li gor raporta Hengaw a Mafên Mirov, ew welatî bi tohmeta hevkariya ligel yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Li gor wê raportê, ji wan 35 kesên ku hatine girtin, tenê 3 kes hatine azadkirin. Ji wan girtina 5 kes çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê bûn. Ew hemû çalakvan li ser çalakiyên sivîl û kulturî hatine desteserkirin.

Ew çalakvan li bajarên Mehabad, Bane, Nexede, Merîwan, Rebat, Sewlawa, Bokan, Sine, Tehran û Kerec desteserkirî ne. 

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê jî belav kiriye ku rêxistina Îtlaata Supaya Pasdaran jî di rojên borî de li Pawe bangî 3 endamên Rêxistina Mekteb Quran kiriye û lêkolîn ligel wan kiriye.

Ji roja heştê vê mehê ve pêleke desteserkirin û girtina çalakvan û xwandekarên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiriye.


 

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin