Rojhilat: Xelkê Banê nerazîbûna xwe nîşan da

Xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd dikanên xwe girtine û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne û nerîzbûna xwe dîyar kirine

Xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştina 2 kolberên kurd deriyê dikanên xwe girtine û li pêş avahiya qaymiqamiyê kom bûne û nerzîbûna xwe dîyar kirine.. Hêzên ewlekariya Îranê ji bo belavkirina xwepêşanderan gazên rondikrêj bikar anîne. Çalakvan jî bi keviran bersiva wan dane. Di bûyeran de 10 çalakvan hatine binçavkirin û 10 çalakvan jî ji ber gazarondikrêj birîndar bûne. 

Li gorî Rûdawê, li ser banga çalakvanên Baneyê, vê sibê (05-09-2017), dikandar deriyê dikan û kargehên xwe venekirine. Ji ber vê bazar vala ye.

Hêjayê gotinê ye, ku di 04-09-2017, li sînorê Hengejal a bajarê Baneyê, leşkerên Îranê gulle berdane kolberên kurd û di encamê de kolberên bi navê Qadir Behramî yê 45 salî yê xelkê gundê Wizmele û Heyder Ferecî yê 21 salî yê xelkê gundê Şeşe hatine kuştin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê