Rojhilat-Du welatiyên kurd di bin îşkenca pasdarên Îranê de hatin kuştin

.

Du welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku bi birîndarî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibûn girtin, di bin îşkencê de canê xwe ji dest dan.

Pasdarên Îranê roja 1 vê mehê li nêzîkî gundê Qarna yê bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek dabûn ber guleyan ku du kes tê de bûn, her du jî birîndar bibûn.

Navê yekê ji wan kesan Eshed Ramîn û navê yê din jî Dawûd Rehîmî bû. Dawûd bûrayê Eshed bû.

Ew her du kesên han bi birîndarî rastî îşkenceya tund hatibûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, pasdarên Îranê duhî ji malbatên wan kesan re gotibûn ku Eshed û Dawûd endamên PDKÎ bûne û di girtîgehê canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan, çend roj berê kurê Eshed Ramîn, Ramîn Ramîn û biraziyê wî Serdar Ramîn jî hatin girtin û derbasî girtîgeha Nexedê hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand