Rojava | Zêdetirî 700 hezar xwendekaran dest bi perwerdê kir

.

Sala nû ya perwerdeyê li dibistanên Rojavayê Kurdistanê û herêmên kontrola Rêveberiya Xweser îro Yekşemê 14ê îlonê dest pê kir.

Li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê sala perwerdeyê ya 2025-2026an, 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dest bi dibistanan kirin. Wê 35 hezar û 513 mamoste jî kar bikin.

Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre metaryalên ku hatine guhertin.

Materyalên bi 3 zimanên sereke (Kurdî, Erebî û Suryankî) têne dayîn.

Hate diyarkirin, ev metaryal xweza û taybetiya her herêmê li ber çavan digirin û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dikin û aliyên perwerdeyê hewl didin pirrengiya çandî û zimanî bi pêş bixin.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên