Rojava | Li Hesekê hîn 400 girtiyên DAŞê mane

.

 Hate ragihandin ku piştî radestkirina girtîgehên DAIŞê bo hikûmeta Sûriyê hê jî 400 girtiyên DAIŞê di zîndanekê Hesekê de mane.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed eşkere kir, 400 girtiyên DAIŞê di zîndana Sîna´e ya taxa Xiwêran de mane û got, hêzên hevpeymaniya navdewletî niha serperiştiya wê zîndanê dikin.

Hêjayî gotinê ye, 13 Sibatê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka CENTCOMê ragihandibû ku wan 5 hezar 700 girtyên rêxistina terorîst DAIŞê ji Sûriyê veguhestine Iraqê û proseya veguhestinê bi dawî bûye.

CENTCOMê herwiha ragihandibû ku ew ê 7 hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhêzin Iraqê, lê piştî 23 rojan bidawîbûna proseyê veguhestina 5 hezar 700 girtiyên DAIŞê ragihand.

Hikûmeta Şamê dibêje, ew bi aliyên navnetewî û hikûmeta Iraqê re di hemahengiyê de ne daku doseya Sûriyên ku bo Iraqê hatine veguhestin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir