Li Rojavayê Kurdistanê navên bi sedan gund û bajaran ji aliyê hikûmetên neteweperest ên Ereban ve hatine Erebîkirin û ev rewş heta niha jî didome.
Piştî rûxîna desthilata Beasê û derketina biryarnameya (mersûm) 13an jî ev rewş didome.
Kurd dixwazin navên gund û bajarên wan ên resen werin vegerandin lê hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî ti hêvî nedane.
Navên ku hatine guhertin
Polîtîkayên Erebkirin û Erebîkirinê mohra xwe li erdnîgariya Kurdistanê xistiye. Çend mînakên guherandina navan wiha ne:
- Kobanî / Eyn el-Ereb
- Dêrik / el-Malikiye
- Til Koçer / el-Yeirûbiye
- Girkê Legê / Mabede
- Tirbespî / el-Qehtaniye
- Şiyê - Şêx el-Hedîd
Navên biyanî li gundên Kurdan
Li herêma Cizîrê navên bajarên Îraq, Tûnis û Filistînê li gundên Kurdan hatine kirin.
Navên wekî el-Necef, Kerbela, Qeyrewan, Heyfa û Ekayê li ser gundan hatine sepandin.
Mînakên din ên li herêmê bi vî rengî ne:
- Pilêsî / Kerbela
- Quldûman / Necef
- Rikava / Heyfa
- Baot / Xeze
- Gir Şêran / Eden
- Girê Siwêr / Sebaa
- Bîrikê Kosekan / el-Beis
- Mizgeft / Wehran
- Şêran / Ferezdeq
- Xaltan / el-Xalidiye
Li Efrînê Erebîkirineke sîstematîk
Li herêma Efrînê sala 1977an, bi biryara 158an navên 190 gundên Kurdan hatin Erebîkirin.
Ev biryar wekî xaleke herî reş a polîtîkayên dijî Kurdan a wê serdemê tê dîtin.
Xwenîşandana li Kobaniyê
Li bajarê Kobaniyê ji bo parastina navên resen çalakiyan dest pê kiriye.
Tê payîn îro li bajêr li dijî Erebîkirina navê bajar û gundên Kurdistanê xwenîşandanek were lidarxistin.
Hat eşkerekirin ku li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê heta niha li ser vê mijarê bêdengî heye.
Rûdaw