Rojava | Ji bo danûstandinên Şamê amadekariya komîteyan tê kirin

.

Hate ragihandin ku şanda danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pabendiya xwe bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re dubare kiriye û niha ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê amadekariya damezrandina komîteyan dike.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Rojava Îlham Ehmed, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi şanda danûstandinan re civiya ye û got, di civînê de beşdaran teqezî bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re û nîqaşên entegrekirina saziyên rêveberî û leşkerî li gorî peymana 10ê Adarê re kirine.

Hêjayî gotinê ye, 10ê Adara 2025an di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokomarê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek hatibû îmzekirin.

Li gorî peymanê mafên pêkhateya Kurd di Sûriyeya pêşerojê de têne misogerkirin, saziyên rêveberî û leşkerî bi dewletê re têne entegrekirin, agirbest tê ragihandin, koçber li warên xwe vedigerin, provakasyon têne redkirin û xebatên têkoşîna li dijî terorê têne domandin. Lê belê herdu alî jî hevdu bi bicih nekirina xalên peymanê sûcdar dikin.

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da