ROJAVA - Çekdaran di mehekê de 41 kes girtine

.

Çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve vê mehê 41 kes girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku çekdarên komên Artêşa Niştimanî û Tehrîr el-Şamê yên di kontrola Tirkiyeyê de meha çiriya pêşin 41 kes girtine.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ev kes li Efrîn û hinek deverên din ên bakurê Sûriyeyê hatine girtin.

Navendê destnîşan kir ku çekdaran ji serê salê ve jî 501 kes girtine.

Her wiha 2022yan 720 kes û 2023yan jî herî kêm 478 kes bi destên çekdaran hatine girtin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Hakan Fîdan: Divê Sûriye bi federalîzmê neyê parçekirin
Cooper li ser entegrasyona HSDyê ya hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da
FRANKFURT - Aryayên operayê û awazên Kurdî dê bi dengê efsûnî yê Pervînê olan bidin
Melayê Cizîrî: Sembola Xwedanasiyê û qutbê îrfan û welatperweriyê
Dana Gasê rawestandina tevahî ya hilberînê li Kor Morê ragihand!