Rojava: 2 gorên komî hatin dîtin, HSDê termên leşkeran radestî rejîma Sûriyê kir

Li bajaroka Eyn Îsayê, du gorên komî yên termên leşkerên Sûriyê yên "Tugeya 93" ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê tê de bûn, hatin dîtin. HSDê termên hatine dîtin radestî hêzên rejîmê kir.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ê Rojavayê Kurdistanê li ser agahdarkirina xelkê deverê, li Eyn Îsayê du gorên komî dîtin.

Hêzên Ewlekariyê , Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê agahdar kir da ku dest bi vekirina goran bike.

Herdu gorên komî li gundê Ferhaniyê yê 6 kilomtreyan dikeve başûrê rojavayê navçeyê hatine dîtin û di gora yekemîn de 14 termên leşkerên "Tugeya 93an" ya girêdayî rejîma Sûriyê hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku gora duyemîn jî wê sibe were vekirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, di gora duyemîn de jî 40 cenazeyên leşkerên rejîmê hene, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û xelkê deverê jî di derengiya şevê de ji tirsa çekdaran ew defin kirine.

Hat ragihandin ku Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), cenazeyên di gora yekemîn de radestî hêzên hikumeta Sûriyê yên li herêmên Eyn Îsa û xetên temasa bi artêşa Tirkiyê re kirine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin