Riyad: Me ti sozek bo Sûriyê nedaye Trumpî

Erebîstana Siûdî ragihand ku wan ti sozek bo alîkariya diravî ji bo jinûveajakirina Sûriyê nedaye Serokê Amerîkayê Donald Trumpî.

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî berî niha gotibû Erebîstana Siûdî soz daye me ku ji bo jinûveavakirina Sûriyê alîkariya diravî bike li şûna Amerîkayê, Erebîstana Siûdî wê pere bidê.

Lê, dîplomatekî Balyozxaneya Erebîstana Siûdî ya li Washingtonê, ji CNBCyê re ragihand ku Erebîstana Siûdî ji meha Tebaxê ve sozeke nû nedaye ku di meha Tebaxê de Amerîkayê ragihandibû ku Erebîstana Siûdî, bi 100 milyon dolaran, tevlî fona jinûveavakirina herêmên ku HSDê ji DAIŞê rizgar kiriye bibe. Wî dîplomatê eşkere kir ji Tebaxê şûnde Erebîstana Siûdî sozeke nû nedaye wan.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê