RIHA - DEDAŞê dîsa elektrîk qut kir: Welatiyan êdî debar nekir, daketin kolanan

.

Li parêzgeha Rihayê welatî piştî ku DEDAŞê elektrîka wan qut kir daketin kolanan.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku deynê xwe nadin elektrîka welatiyan qut dike.

Tîmên DEDAŞê şeva borî vê carê jî karebaya taxa Yavuz Selîmê ya Rihayê qut kir û ji ber vê jî xelkê taxê bêzar kir.

Welatiyan piştî ku DEDAŞê karebaya wan qut kir daketin kolanan û ew kompanya protesto kirin.

Xelkê bi konteynerên gilêşê rê girtin û lastîkên otomobîlan şewitandin.

Bi ser de hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û di navbera wan û welatiyan de alozî derket.

“Êdî bes e”

Parlamenterê CHPê yê Rihayê Mahmut Tanal dîmenên çalakiya welatiyan li ser hesaba xwe ya tora civakî belav kirine û got:

“Li cadeya Açiksiyê ya li taxa Yavuz Selîmê ku yek ji cihên herî navendî yên Rihayê ye, ev hefteyek e heman saetê elektrîk tê qutkirin.

Xelkê taxê bi şewitandina lastîkan bertek nîşan dide. Ne tenê li gundan êdî li navenda bajarê Rihayê jî zilma DEDAŞê heye.

Ti bajar bi qasî Rihayê ji bo elektrîkê nayê mexdûrkirin. Êdî bes e. Li Rihayê li dijî zilma DEDAŞê û pirsgirêka elektrîkê çareseriyekê bibînin.

Ev desthilat li şûna ku guh bide welatiyan û pirsgirêkên wan çareser bike, wek her demekê  polîsan dişîne û welatiyan û hêzên ewlehiyê tîne hemberî hev.”

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand