Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq dibêje ku kar bo wê yekê dikin daku dadweriya civakî û levakirina dahat bi awayekî dadperwerî pêk were, bi awayekî debara hejar û çîna jêrê baş bibe, lê krîza aborî, qutkirina buçeya Kurdistanê û şerê DAİŞê bûne asteng li pêşiya hewldanên wan.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq, derbarê rewşa dawî ya navçeyê û Herêma Kurdistanê de ji televizyona CBC ya Erebî re axifî û got ku eger rêz li destûrê neyê girtin İraq yekgirtî namîne.
Li ser pirsyareke derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Yusif Mihemed wiha bersiv da: ‘’Baş e niha asoyeke nû di peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de dixwiye, em hêvîdar in pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareser kirin. Lê divê desthilatdarên Bexdayê wê yekê bizanin, İraqa niha ne İraqa berê ye, dema fermanrewayî ya navendî derbas bûye, niha İraq welatekî federal e, garantiya mana İraqê jî wek welatekî yekgirtî, rêzgirtin e li destûrê.’‘
Derheqa şerê dijî DAİŞê de jî Serokê Parlamentoya Kurdistanê got: ‘’Derketina DAİŞê derencama pirsgirêkên bêhnpêketî yên İraq û navçeyê ye, Pêşmerge bi piştîvaniya welatên hevpeyman, derbeyên dijwar li grûpên terorîst xistine, lê mixabin hikûmeta Bexdayê ji dêlva rêzê li Pêşmergeyan bigire, meaşê Pêşmerge û fermanberên Kurdistanê qut kiriye.’‘
Siyaset Haberleri
Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye