Rêyên Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê hatin vekirin

.

Piştî 7 salan, rêyên ku Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê bi hev ve girê didin ji nû ve hatin vekirin.

Vekirina rêyan bi çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Asayîşê pêk hat.

Di dema vekirina rêyan de yek ji fermandarên HSDyê Serdar Heleb û Fermandarê Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrînî) amade bûn.

Her wiha şandeyek ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî tevlî merasîmê bû.

"Dê xaleke hevbeş a demkî were danîn"

Fermandarê Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku dê hemû xalên kontrolê yên li ser wan rêyan werin rakirin û li şûna wan dê xaleke hevbeş a demkî were danîn.

Ji sala 2019an ve girtî bûn

Rêyên di navbera Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve girtî bûn.

Ew rê piştî ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ketibûn Serê Kaniyê, ji hat û çûnê re hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan