Rêyên bejayî yên Heskîfê hatin qedexekirin

Têketina ji hêla bejayî ya navçeya Heskîf a Êliha Bakurê Kurdistanê hat qedexekirin û welatî tenê dikarin bi beleman têkevin navçeyê.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Heskîfê, ava bendavê her diçe bilind dibe û ew navçeya kevnar a 12 hezar salî dibin avê dimîne. Ji ber bilindbûna ava bendavê, hemû rêyên bejayî yên navçeyê hatine qutkirin.

Di van çend rojên dawîyê de ji ber barana zêde, ava bendavê bilind bû û gihişte asta pîra xelkê pê re çûn û hatin dikir.

Hêzên asayişê, weke tedbîr rêyên bejayî yên têketinê, ji çûn û hatina mirov û wesayîtan re girtin.

Li alîyê kelha dîrokî çêkirina benderê bidawî bûye, lê li alîyê cihê nû yê Heskîfê xebatên çêkirina bendera nû berdewam in. Piştî ku çêkirina benderê bidawî bû, hatin û çûna navçeyê dê tenê bi belam û botan were kirin.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist