Rêya Heseke-Reqayê ji ber baranê hate girtin

.

Li Rojavayê Kurdistanê di nava 2 rojan de baraneke zêde bariya ye û ew baran bû sedem ku rêya sereke di navbera Hesekê û Reqayê ji kar derkeve.

2 roj in li seranserî Bakur û Rojhelatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde dibare.

Dîmen ji gundên çiyayê Ebdulezîz ve hatine kişandin, diyar dibe newalên gundan tijî av bûne.

Welatî bi barîna baranê dilxweş bûne lê ew baran bûye sedema girtina rêya di navbera Hesekê û Reqayê de.

Asayîşa Rêveberiya Xweser dibêje, ji ber barana zêde û rabûna lehiyan, rêya di navbera bajarên Hesekê û Reqayê de hatiye girtin.

Her wiha hişyarî dide şofêran heta ku lehî bi dawî dibin, rêwîtiyê nekin.

Her wiha li hin bajarên Bakurê Kurdistanê jî baraneke bihêz bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihîşte 14 kesan û termê 5ê kesan li Rihayê di malekê de hatin dîtin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand