Rêya Bipêşketinê tenê 12 kîlometreyan di Herêma Kurdistanê re derbas dibe

.

Li gorî nexşeya projeyê ya ku sala 2024an ji aliyê Encûmena Parêzgeha Nînovayê ve hatiye pesendkirin, tenê beşeke kêm a Rêya Bipêşketinê di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas dibe û diçe nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Li gorî nexşeya pesendkirî ya ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketiye, 12 kîlometreyên wê rêyê di Pêşabûrê re derbas dibe û li xala sînorî ya hevbeş a Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê derdikeve.

Ew rêgez û şêwaza derbasbûna wê ya di Herêma Kurdistanê re, mijareke dijwar a li pêşiya dan û standinên navbera Hewlêr û Bexdayê ye da ku li serê li hev bikin.

Komîteya hevbeş dicive

Ji bo zelalkirina çawaniya derbasbûna rêyê ya di sînorê Herêma Kurdistanê re beriya ku derbasî nav xaka Tirkiyeyê bibe, komîteyeke hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatiye pêkhatin.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysem Safî ji Rûdawê re got:

"Komîteya hevbeş çend civîn kirine û ji bo gihiştina bi têgihîştinekê ya li ser rêgeza Rêya Bipêşketinê dê civînên xwe bidomîne."

Dirêjahiya Rêya Bipêşketinê hezar û 187 kîlometre ye, ji Bendera Fawê ya li Besrayê dest pê dike heta ku digihîje sînorê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Tenê 12 kîlometre

Li gorî nexşeya ku bi destê Rûdawê ketiye, tenê 12 kîlometreyên rêyê di gundê Pêşabûrê yê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ya parêzgeha Dihokê re derbas dibe.

Li gorî nexşeya niha, kêmtirî ji sedî 1ê rêyê di nav axa Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

Li gorî zanyariyan, têbiniyên Herêma Kurdistanê li ser wî rêgezî û mawe û cihê derbasbûna wê hene.

Guherîna nexşeyê

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî ji Rûdawê re ragihand:

"Eger guherîna rêgeza Rêya Bipêşketinê li nav Nînovayê were kirin, pêwîst e li Encûmena Parêzgehê deng li ser guherîna nexşeyê were dayîn lê eger guherîn li derveyî sînorê parêzgehê be, pêwîstî bi dengdanê nake."

Mesrefê projeyê 17 milyar dolar e û hikûmeta Îraqê dixwaze li gel xetê, boriya veguhastina enerjiyê jî hebe û sala 2050yî temam bibe.

Tê pêşbînîkirin ku dahata wê ya salane bigihîje 4 milyar dolarî.

Di nexşeyê de diyar bûye ku 317 kîlometreyên Rêya Bipêşketinê di parêzgeha Nînovayê re derbas dibe û beriya Pêşabûrê diçe nahiyeya Rebîayê ya li ser sînorê Sûriyeyê.

Kurdistan Haberleri

Baregeha Barzanî: Bahçelî hîn jî Gurê Boz e lê ketiye postê mihan
Mehmûd Osman: Demografiya Kerkûkê bi awayekî zelal hat guhertin
Japonyayê êrişa li Kormorê şermezar kir: ‘Em bi Kurdistanê re ne’
Serok Barzanî: Êriş karwanê bipêşketina Herêma Kurdistanê ranawestînin
Jûra Bazirganiyê ya Cizîrê: Serokatiya Serok Barzanî nayê nîqaşkirin