Rêxistineke din a neyarê Îranê piştgirî da şerê PDKÎ

Mucahidîn pişta xebata pêşmergeyên PDKÎ li dijî komara îslamî digire

Rêxistina Mucahidên Xelkê Îranê (Mucahidîn), ku rêxistineke neyara Îranê ye û demek dirêj li dijî Îranê şer kiriye, jî piştgirî da şerê pêşmergeyên Rojhilat li dijî komara îslamî ya Îranê.

Li gorî malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), televîzyona “Sîmaya Azadiyê”, ku organa fermî ya rêxistina Mucahidîn e, ragihandiye, Mucahidîn pişta xebata pêşmergeyên PDKÎ li dijî komara îslamî digire.

Li gorî nûçeyê, Mucahidîn her wiha hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna komek pêşmergeyên PDKÎ li nêzîkî bajarê Şino yê Kurdistana Rojhilat nîşan daye û sersaxî ji malbata wan pêşmergeyan re xwestiye.

Li gorî ku rayedarên PDKÎ dibêjin, di şerê Şino de 6 pêşmergeyên Rojhilatî şehîd bibûn.

Ev duyemîn rêxistina neyara Îranê ye ku piştgiriya şerê pêşmergeyên Rojhilat li dijî Îranê dike. Beriya niha rêxistina îslamî ya bi navê Ceyiş El Edil, ku ji bona mafên gelê Belûç li dijî Îranê şer dike, piştgiriya xwe li hember şerê pêşmergeyên Rojhilat li dijî pasdarên Îranê nîşan dabû.

Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê