Rêxistina Lêbihurîn a Navneteweyî: 17 hezar 723 kes di zîndanên Sûriyê de mirine

Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya di raporteka bi navê “Li girtîgehên Sûrîyeyê şkence, nexweşî, mirin” de aşkere kir

Rêxistina Lêborîn a Navneteweyî ya di raporteka bi navê  “Li girtîgehên Sûrîyeyê şkence, nexweşî, mirin” de aşkere kir ku, ji meha Adara 2011an (Destpêka krîza Sûriyê) ve heta sala 2015an bêhtir ji 17 hezar û 723 di zîndanên rêjîma Sûriyê de mirine.

Raport diyar dike ku, rêxistinê ev bîlonço ji encama hevdîtinên ligel 65 kesî yên ku ji îşkenceyê hatine rizgarkirin, belge kiriye.

Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovî hişyariyê da civaka navdewletî ku fişarê li rêjîmê bike, ji bo rawestandina îşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de.

Li gor tora Sûriyê ya Mafên Mirovî, 117 hezar kes di zindanên rejîmê de hene, lê amarên ne fermî dibêjn nêzî 215 hezar girtî di zindanên rêjîma sûryê de ne.

Rapora Amnesty ingilizi

https://www.amnesty.org/en/documents/mde24/4508/2016/en/

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê