Rêxistina Efûyê “Îşkence û tecawiz li penaberên ku vegeriyane Sûriyeyê kirine”

.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî raporeke nû weşandiye û tê de gotiye ku hêzên emniyetê yên sûriyeyî, sûriyeyên vedigerin welatê xwe desteser dikin, wan winda dikin û tundkariya zayendî li wan dikin.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî raporek bi navê “Tu diçî ber bi mirinê ve” weşandiye û tê de diyar kiriye ku rayedarên îstîxbaratê yên sûriyeyî, îşkenceyên giran li 13 jê zarok 66 kesên vegeriyane welatê xwe, kirine.

5 ji van dema vegeriyane Sûriyeyê rayedaran ew desteser kirine û di dema desteserkirinê de mirine. Aqûbeta 17 kesan jî nayê zanîn.

Kesên vegeriyane welatê xwe ji Rêxistina Efûyê re gotine, ji ber ew ji Sûriyeyê çûne rayedarên îstîxbaratê wan dikin hedef û wan bi “karên terorê” û nedilsoziyê tohmet kirine.

“Kesên ji welêt reviyane, dibin hedef”

Di rapora Rêxistina Efûyê de binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene ku li dijî penaberên di navbera 2017 û 2021an de ji Libnan, Rukban (herêmeke dijyasayî ya di navbera Urdin û Sûriyeyê de ye), Fransa, Almanya, Tirkiye, Urdin û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî vegeriyane Sûriyeyê, hatine kirin.

Rêxistin ji bo raporê bi 41 kesan re axiviye ku kesên vegeriyane welatê xwe, xizmên wan, hevalên wan, parêzer, erkdarên alîkariya mirovî û rayedarên Sûriyeyê di nava wan de ne.

Li gorî raporê 24 bûyer pêk hatine ku di encama wan de mafên mirovan hatine binpêkirin. Car caran bi tenê ji ber ku ji cihên di bin kontrola mixalifan de çûne, kesên vegeriyane, bûne hedef.

Raporê diyar kiriye ku kesên hikûmet gumanê ji wan dike, cezayên giran li wan dibire. Rêxistina Efûyê diyar kiriye ku 14 bûyerên tundkariya zayendî pêk hatine. 7 ji wan bûyerên tecawizê ne ku li pênc jinan, zarokekî ciwan û pênc zarokên keç jî di nava wan de ne.

Îşkencekirin û windakirin

Raporê destnîşan kiriye ku 59 kes piştî vegeriyane Sûriyeyê, bi tohmeta “terorê” hatine desteserkirin. 33 kesan ji wan gotiye, di dema destesersikinê de îşkence li wan bûye. Her weha 27 kes jî winda bûye.

Rêxistina Efûyê di raporê de gotiye 1 ji 3yê van bûyeran li Şamê an jî li derdora wê pêk hatine û ti derê Sûriyeyê ji bo vegerê ne ewle ye.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike